Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Parastin û Kotrola Jîngehê

Li Pîranê qada çopê ya 15 salan hat rehabîlîtekirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Pîranê bi xebateke hevpar, qada çopê ya wehşî/bêpergal ku nêzî 15 salan li navçeyê dihat bikaranîn rehabîlîte kirin. Tê armanckirin ku ev qada ku pirsgirêkên qirêjiya hawirdorê, agir, dûman û bêhnê hatin çareserkirin, bibe qadeke keskeşîn ku gelê Pîranê bikaribe lê bêhnvedanê bike.

Qada 15 salan di 3 rojan de hat rehabîlîtekirin

Tîmên Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Hawirdorê û Şaredariya Pîranê di çarçoveya taxa 15 Temmuzê de xebateke berfireh a 3 rojan a rehabîlîtasyonê meşandin. Li qada ku li herêmên nû yên niştecîhbûnê de dibû sedema agir, dûman û bêhnê, karên paqijî û biseroberkirinê hatin temamkirin.

Piştî ku qada bermayiyan a li Gêlê hat çareserkirin, bi xebatên li qada Pîranê re jî dawî li depokirina çopê ya wehşî/bêpergal ku nêzî 15 salan berdewam dikir hat anîn.

Bermayî dê ji bo Tesîsa EKAY a Qerejdaxê bên veguhastin

Bi sistema nû re, bermayiyên hişk ku ji navçeya Pîranê tên civandin êdî di vê qadê de nayên depokirin. Bermayiyên malê yên ku li seranserê navçeyê tên civandin dê pêşî ji bo Îstasyona Veguhastinê ya Erxeniyê, piştre jî ji bo Tesîsa Bermayiyên Hişk ên Entegre ya Qerejdaxê (EKAY) bên veguhastin û bêyî ku zirarê bide hawirdorê dê bên tunekirin.

‘Armanca me kêmkirina şopa karbonê ye’

Rêveberê Şaxê Bermayiyên Hişk ê Serokatiya Daireya Parastin û Kontrola Hawirdorê Mehmet Baran, derbarê rehabîlîtasyona qadê de agahî dan û behsa bandorên hawirdorî yên xebatê kir û wiha got: “Di çarçoveya hevdîtinên bi Şaredariya me ya Pîranê re, ji bo rehabîlîtekirina qadê em bi wesayît, alav û xebatkarên xwe hatin qadê. Piştî xebata sê rojan me rehabîlîtasyoneke girîng pêk anî. Ji niha û pê ve bermayî dê ji aliyê Şaredariya Pîranê û Şaredariya me ya Bajarê Mezin ve bi awayekî birêkûpêk ji bo Îstasyona Veguhastinê ya Erxeniyê û ji wir jî ji bo Tesîsa EKAYê bên veguhastin. Piştî qada li Gêlê, me ev der jî bi tevahî rehabîlîte kir. Armanca me kêmkirina şopa karbonê ye û ev qada çopê ya nêzî 15 salan wekî qadeke keskeşîn pêşkêşî gelê Pîranê bikin ku bikaribin lê bêhnvedanê bikin.”

Qada heyî dê bibe park

Cîgirê Hevserokê Şaredariya Pîranê Ahmet Akceviz jî bala kişand ser giringiya xebata hevpar a ji bo navçeyê û ev gotin bi kar anî: “Qada ku berê li Taxa 15 Temmuzê wekî qada civandina çopê dihat bikaranîn, me bi hevkariya şaredariya xwe û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rehabîlîte kir. Ji niha û pê ve em ê çopên xwe bibin Îstasyona Veguhastinê ya Erxeniyê. Ev qad êdî wekî qada çopê nayê bikaranîn, dê wekî park pêşkêşî xizmeta welatiyan bibe.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan