Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Parastin û Kotrola Jîngehê

Li Rezanê di mehekê de 32 avahiyên kavil hatin rûxandin

Bi hevkarî û kordînasyona Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Rezanê, di çarçoveya xebatên rûxandin û paqijkirinê yên li dijî avahiyên kavil ku ewlehiya bajar dixin xetereyê û ji bo tenduristiya derdorê dibin xetere de, di 1 meha dawî de rûxandina 32 avahiyên kavil hat temamkirin.

Di çarçoveya xebatan de ku li ser hevkariya Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Derdorê ya Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Rezanê têne kirin, di 1 meha dawî de li taxên Muradiye, Korhat, Yunus Emre, Şêx Şamil û Fatihê 32 avahiyên kavil hatin rûxandin.

Di xebatan de ku bi daxwaza welatiyan, piştevaniya rêxistinên civaka sivîl û piştgiriya hevşaredaran têne meşandin, li gorî daxwazên hatine kirin dê 60 avahiyên din jî werin rûxandin.

Di dawiyê de li Taxa Yunus Emre Kolana 979an û li Taxa Şehît Şamîl Kolana 566an rûxandina du avahiyên kavil hat temamkirin.

'Cihên avahiyên hatine rûxandin têne paqijkirin û sererastkirin'

Rêveberê Şaxa Pasmentiyên Hişk ê Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Derdorê Mehmet Baran, derbarê agahiyên berfireh ên xebatan de axivî û got:

“Bi kordînasyona Daîreya me ya Parastin û Kontrola Derdorê û Şaredariya Rezanê, li taxên cûda yên navçeya Rezanê xebatên me yên li hemberî avahiyên kavil û malên çopê ku li derveyî çarçoveya veguhastina bajarî dimînin berdewam dikin. Ev avahiyên ku ji bo bikaranîna madeyan û pirsgirêkên cuda yên ewlehiyê zemînê amade dikin, ji aliyê tîmên me ve bi awayekî kontrolkirî têne rûxandin. Di çarçoveya xebatan de ku me li Taxa Muradiyeyê dan destpêkirin, dema malên çopê têne paqijkirin, avahiyên kavil jî bi wesayîtên kar têne rûxandin û molozên ku derdikevin holê bo qada rijandinê têne veguhastin. Piştî rûxandinê qad têne paqijkirin û sererastkirin. Di çarçoveya xebatan de heta îro rûxandina 32 avahiyên kavil hat pêkanîn.”

'Ji bo taxê pirsgirêka herî mezin hat rakirin'

Muxtara Taxa Şêx Şamîlê Çîçek Gozen, razîbûna xwe ya ji xebatan anî ziman û got: "Malên kavil zêde bibûn. Bi vê re pirsgirêk jî zêde bûn. Malên kavil bibûn navenda kesên madeyên hişbir bi kar tînin, diz û çeteyan. Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Rezanê sax bin, ev malên kavil hemû rûxandin. Ez spasiya wan dikim. Ev ji bo taxa min pirsgirêka herî mezin bû, ev pirsgirêk hat helkirin."

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan