Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Kaniyên Îkramê li ber nexweşxaneyan dest bi xizmetê kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi Kaniyên Îkramê yên ku li baxçeyên nexweşxaneyên bajêr hatine danîn, lîmonetê pêşkêşî xizmên nexweşan û xebatkarên tenduristiyê dike. Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, di mehên havînê de li Kaniya Îkramê ku li çar nuqteyên cuda yên bajêr hatibûn bicihkirin û şorb

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi Kaniyên Îkramê yên ku li baxçeyên nexweşxaneyên bajêr hatine danîn, lîmonetê pêşkêşî xizmên nexweşan û xebatkarên tenduristiyê dike.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, di mehên havînê de li Kaniya Îkramê ku li çar nuqteyên cuda yên bajêr hatibûn bicihkirin û şorbe bêpere belav dikir, dest bi pêşkêşkirina lîmonetê kir.

Li Kaniya Îkramê ya ku li ber Polîklînikên Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê, Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê, Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî û Polîklînikên Nexweşxaneya Jinan û Zarokan hatin danîn, 2 mehan wê ji xizmên nexweşan û xebatkarên tenduristiyê re lîmonete bê dayîn.

Li seranserê havînê di navbera saetên 15.00-17.00an de ji Kaniyên îkramê yên ku eleqeyeke mezin dikişînin wê lîmonete bê belavkirin.

Bi bidawîbûna mehên havînê re, Midûriyeta Xizmetên Civakî herweha dê şorbenîskê ji Kaniyên Îkramê li welatiyan û xebatkarên tenduristiyê belav bike.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan