Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Mala Lênêrîna Heywanan 1116 gilî bersivandin

Ekîbên li Mal û Navenda Rehabîlîtasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di 2 mehên dawî de hezar û 116 rapor nirxandin, lênêrîna 323 heywanan temam kirin û ber bi çolê ve berdan. Navenda ku di sala 2009an da di bin banê Midûriyeta Karên Tenduristiyê da hat avakirin û li ser 17 hezar û 54 metreça

Ekîbên li Mal û Navenda Rehabîlîtasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di 2 mehên dawî de hezar û 116 rapor nirxandin, lênêrîna 323 heywanan temam kirin û ber bi çolê ve berdan.

Navenda ku di sala 2009an da di bin banê Midûriyeta Karên Tenduristiyê da hat avakirin û li ser 17 hezar û 54 metreçargoşeyî xizmetê dike, 51 kozik, malên pisîkan, stargehên dewaran, odeyên rontgenê, laboratuar, odeyên emeliyatê û avahiyên îdarî hene.

Li navenda ku 400 kûçik û 150 pisîk tê de 550 heywan heyî, niha 212 heywanan dihewîne.

323 ajal berdan xwezayê

Li Mala Lênêrîna Heywanan û Navenda Rehabîlîtasyonê ji raporên welatiyan re yekser bersiv tê dayîn. Ekîban ji 8ê Nîsana 2024an vir ve 798 pisîk û 318 kûçik jî di nav de hezar û 116 rapor nirxandibûn û lênihêrîna 323 heywanan temam kiribûn û berdabûn çolê.

Xizmeta xwedîkirina heywanan tê dayîn

Ekîb ewil heywanên ku tên navendê li gor zayenda wan ji hev vediqetînin û heywanên nexweş sarêj dikin. Ekîb heywanên ku lênihêrîna wan qediyaye li gor zagona hejmara 5199an vedigerînin cihê ku lê birine û ji bo xwedîkirina hin sewalan jî. Di vê çarçoveyê de di meha dawî de 10 heywan hatin xwedîkirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan