Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Meclîsa Şaredariyê ji bo ‘Konservatuara Bajêr’ biryar da

Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi yekdengî biryar da ji bo ku nirxên çandî bigihîne siberojê divê Midûriyeta Şaxa Konservatuara Bajêr ava bibe. Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di bin serokatiya Cîgira Şaredar Evîn Yelboga de pêncemîn û dawîn rûniştina civîna asayî ya meha Îlonê pê

Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi yekdengî biryar da ji bo ku nirxên çandî bigihîne siberojê divê Midûriyeta Şaxa Konservatuara Bajêr ava bibe.

Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di bin serokatiya Cîgira Şaredar Evîn Yelboga de pêncemîn û dawîn rûniştina civîna asayî ya meha Îlonê pêk anî. Endamên meclîsê beşdarî civîna li Salona Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin bûn.

Di rûniştina meclîsê de xala rojevê ya der barê avakirina Midûriyeta Şaxa Konservatuara Bajêr de hat nirxandin. Endamên meclîsê bi bîr xist ku Konservatuara Bajêr bi awayekî aktîf xebatên li ser hunerê di çarçoveya Midûriyeta Çand û Karûbarên Civakî de dimeşîne, endamên meclîsê bi yekdengî pêşniyara avakirina Midûriyeta Şaxa Konservatuara Bajêr a di nava beşê de qebûl kirin da ku nirxên çandî ji nifşên dahatûyê re bên veguhestin.

Konservatuara Bajêr hat aktîfkirin

Konservatuara Bajêr a Aram Tîgran ku di sala 2010an de di bin banê Beşa Çand û Karûbarên Civakî de hatibû vekirin, dema qeyûm di sala 2016an de hat girtin. Konservatuara Bajêr piştî hilbijartinên 31ê Adarê di nava Midûriyeta Çand û Karên Civakî de ji nû ve hat aktîfkirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan