Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Endamên Meclisê bi rozeta "Gotina me neqediyaye" beşdarî civînê bûn

Endamên Meclisa Şaredariya Mezin a Amedê, li ser kincên xwe rozeteke bi nivîsara "Gotina me neqediyaye, em ê bi hev re şîdetê rawestînin" danîn û beşdarî civîna meha Çiriya Paşîn bûn. Meclisa Şaredariya Mezin, civîna xwe ya fermî ya 15ê meha Çiriya Paşîn pêk anî. Civîn di bin serokatiya Cîgirê Serok

Endamên Meclisa Şaredariya Mezin a Amedê, li ser kincên xwe rozeteke bi nivîsara "Gotina me neqediyaye, em ê bi hev re şîdetê rawestînin" danîn û beşdarî civîna meha Çiriya Paşîn bûn.

Meclisa Şaredariya Mezin, civîna xwe ya fermî ya 15ê meha Çiriya Paşîn pêk anî. Civîn di bin serokatiya Cîgirê Seroka Meclisê Evîn Yelboga de û li Salona Meclisê hate lidarxistin.

Endamên Grupê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Parti), di civînê de ku mijarên budceya 2025'ê ya şaredariyên herêmê hat nîqaşkirin, beşdar bûn. Ew bi rozeta kampanyaya "Gotina me neqediyaye, em ê bi hev re şîdetê rawestînin" ya ku ji ber Roja Navneteweyî ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya 25'ê Çiriya Paşîn dest pê kiriye û dê salekê bidome, beşdar bûn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan