Mehmet Akif Ersoy hate bibîranîn
Şaredariya Bajarê Mezin, di salvegera 85’ê ya koça dawîn a Şair Mehmet Akif Ersoy de bernameyeke bibîranînê li dar xist.
Bername li Malên Zanînê yên bi ser Serokatiya Daîreya Ciwanan û Sporê ve hate lidarxistin û bername bi xwendina Sirûda Îstiqlalê dest pê kir.
Di bernameyê de xwendekaran, jiyanname, berhem û helbestên Akîf xwendin.
Xwendekaran bi hest û boçûnên xwe ve; der barê jiyana Akîf, salên wî yên sirgûnê, nêrîna xwe ji bo siberojê û mifayê wî li welatê wî de gotar pêşkêş kirin.
Xwendekarên Akademî Lîseyan, bi boneya bernameyê pêşbirka xwendina Merşa Îstiqlalê li dar xistin. Perwerdekaran destxweşî li hemû beşdaran kir û 3 kesên serkeftî jî xelat kirin.
Bername, bi xwendina duayan bi dawî hat.
