Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredar beşdarî bernameya TBB'ê ya Mêrdînê bûn

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî bernameyên Serokê ÎMM û TBB'ê Ekrem Îmamoglû û endamên Meclîsa TBB'ê yên ku li dijî tayînkirina qeyûman hatin Mêrdînê bûn. Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, li Balafirgeha Mêrdînê, pêşwazî li Serokê Şaredariya

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî bernameyên Serokê ÎMM û TBB'ê Ekrem Îmamoglû û endamên Meclîsa TBB'ê yên ku li dijî tayînkirina qeyûman hatin Mêrdînê bûn.

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, li Balafirgeha Mêrdînê, pêşwazî li Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û Serokê Yekîtiya Şaredariyên Tirk (TBB) Ekrem Îmamoglu yên ku ji bo piştgiriyê bidin Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Mêrdînê Devrîm Demîr û Ahmet Turk ên qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin, kir. Piştre Hevserok, Şaredar Îmamoglû û kesên pê re derbasî mala Ahmet Turk a li navçeya Dêrikê bûn.

Turk: Bi siyaseta qeyûman îmkana pêkanîna demokrasiyê nîne

Piştî hevdîtina ku li mala Turk pêk hat, daxuyanî hat dayîn. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ji ber serdanê spasiya Serokê ÎMMê Ekrem Îmamoglu û şaredarên pê re kir. Turk, diyar kir ku ew geşedanên li Tirkiyeyê bi hev re dişopînin û got ku bi polîtîkaya qeyûman ve îmkana demokrasiyê ya vî welatî nîne. Turk, destnîşan kir ku divê pêvajoyeke aştiyane pêş bikeve û got ku kesên ku ji demokrasiyê bawer dikin ji bo vê yekê têdikoşin.

Îmamoglû: Em ji bo hevgirtinê li vir in

Serokê Giştî yê ÎBB û TBB'ê Ekrem Îmamoglû diyar kir ku ew ji bo Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Mêrdînê bibêjin 'Derbasî be' li vir in û destnîşan kir ku divê li Tirkiyeyê rêveberiyên herêmî û demokrasî bi hêz bibin. Îmamoglu, da zanîn ku dema behsa zêdekirina rayeyên rêveberiyên herêmî tê kirin, mixabin ev çend sal in rastî berovajiyê wê tên û got, “Îro behsa qeyûman û desteserkirina mafê hilbijartinê û vebijartinê dikin. Em wek TBB îro li şûna ku em li Mêrdînê, bajarê çanda qedîm, yekîtiyeke xurtir bipeyivin, behsa qeyûman dikin. Ev rewşek e ku serê me dide ber me. Rewşek e ku em pê şermezar dibin. Rewşek e ku dibe sedema windakirina îtîbara Komara Tirkiyeyê. Her yek ji me ji bo qenciya vî welatî, ji bo yekitiya welat li vir e. Edalet û demokrasî mijarên pir girîng in. Ji bo em ji van hemûyan xilas bibin, em îro li vir bi hev re ne ku li Tirkiyeyê hiqûq, yekîtî, aştî û wekheviyê ava bikin.

Serdana esnafan

Piştî daxuyaniyê Hevşaredar Bucak û Hatun, Serokê TBB'ê Îmamoglû, endamên Desteya Rêveber a TBB'ê û şandeya pê re, esnafên Mêrdînê ziyaret kirin.

Di pêşwaziyê û bernameyên ku li Mêrdînê hatin lidarxistin de endamên Lijneya Giştî ya TBBê, Sekreterê Giştî yê TBByê Suat Yildiz, Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Mehmet Ruştu Tiryakî, Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Gul Çiftçî Bînîcî û Gokçe Gokçen, Parlamenterê CHP'ê yê Urfayê Mahmut Tanal, Wekîlê Hatayê Servet Mullaoglû û şaredar û endamên meclîsa CHP'ê beşdar bûn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan