Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredar Hatun beşdarî meşa li dijî madeyên hişber bû

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, beşdarî meşa ku ji aliyê Platforma Têkoşîna Dijî Madeyên Hişber ve hat organîzekirin bû.

“Platforma Hişyar Be! Têkoşîna Dijî Madeyên Hişber”, têkildarî bikaranîna madeyên hişber ji Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê heta Birca Heft Birayan meşek organîze kir. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Berîtan Guneş, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî û hemwelatî beşdarî meşê bûn.

Di meşa ku li Sumerparkê dest pê kir û li parka li ber Birca Heft Birayan bi dawî bû de, bal kişand ser têkoşîna hevpar a ku li dijî bikaranîna madeyên hişbir dê were dayîn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan