Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li navçeya Pîranê dê 'Meşa Xwezayê' bê lidarxistin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê li navçeya Pîranê bi mijara "Xwe di Xwezayê de Bibîne" meşa xwezayê li dar bixe. Serokatiya Karûbarên Ciwan û Sporê, bi armanca kêmkirina stresa ku hemwelatî di jiyana bajêr de dijîn, gihandina wan a bi xwezayê û zêdekirina naskirina herêmê ji aliyê turîzmê ve, dê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê li navçeya Pîranê bi mijara "Xwe di Xwezayê de Bibîne" meşa xwezayê li dar bixe.

Serokatiya Karûbarên Ciwan û Sporê, bi armanca kêmkirina stresa ku hemwelatî di jiyana bajêr de dijîn, gihandina wan a bi xwezayê û zêdekirina naskirina herêmê ji aliyê turîzmê ve, dê bi dirûşma "Xwe di Xwezayê de Bibîne" çalakiya meşê li dar bixe. Meşa xwezayê, dê li gundê Zoxurê yê girêdayî navçeya Pîranê bê lidarxistin.

Qeydkirin dê li Sumerparkê bê kirin

Hemwelatiyên 18 salî û mezintir ên ku dixwazin beşdarî meşa xwezayê ya ku dê roja înê 1ê Mijdarê bê lidarxistin bibin, bes e ku li Serokatiya Karûbarên Ciwan û Sporê ya li Qada Jiyana Hevbeş a Sumerparkê qeyda xwe bikin.

Piştî qeydkirinê, Şaredariya Bajarê Mezin, dê ji hemû beşdaran re tîşortan belav bike. Ji beşdarên ku dê derbarê meşa xwezayê de bên agahdarkirin re, dê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve xizmeta servîsê bê dayîn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan