Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li otobusên şaredariyê posterên Narîn Gurana winda hatin daliqandin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo Narîn Guran a 8 salî ya 7 roj in winda ye, li hemû wesayitên çûnûhatinê yên bajêr afîş daliqand. Lêgerîna Narîn Guran a 8 salî ya ku di 21ê Tebaxê de li gundê Çuloya navçeya Baxlarê ya Amedê piştî ji Qursa Qur'anê derketî careke din agahî jê nehat girtin,

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo Narîn Guran a 8 salî ya 7 roj in winda ye, li hemû wesayitên çûnûhatinê yên bajêr afîş daliqand.

Lêgerîna Narîn Guran a 8 salî ya ku di 21ê Tebaxê de li gundê Çuloya navçeya Baxlarê ya Amedê piştî ji Qursa Qur'anê derketî careke din agahî jê nehat girtin, di roja 7emîn de dewam dike. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo dîtina Narîn Guranê hemû derfetên xwe seferber dike û piştgiriyê dide xebatên lêgerînê.

Di vê çarçoveyê de dema ekîbên Îtfaiyeya Şaredariya Bajarê Mezin xebatên lêgerînê didomandin, Midûriyeta Hatûçûnê afîşên ku wêneyê Narîn Guran û agahiyên têkiliyê li ser hemû otobusên çûnûhatinê yên bajar û navçeyan daliqandin. Li ser afîşê nivîseke wiha hatiye nivîsandin: "Çi kesê Narîn Guran a ku ji 21'ê Tebaxê ve ye li gundê Çulo ya Baxlarê windabûyî dît, bila ji kerema xwe serî li 112 û 153 bidin."

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan