Navçe hêşîn dibin
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo navçe hêşîntir xuya bikin xebatên dar daçikandinê li park, peyarêk, duryan û refûjan meşand, bi vê mebestê 114 dar li park û Bulvara Turgut Ozal a li Pasûrê hatin daçikandin.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi germbûna hewayê dinyayê re dest bi darçandin û kulîlkçandina li seyrangeh, park, refûj û duryanan kir û gelek cur û celebên dar û kulîlkan diçîne.
Serokatiya Daîreya Park Baxçe û Qadên Hêşîn a Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeya Pasûrê dar li Bulvara Turgut Ozal çandin. Bi çandina 114 binên daran dîmena parkê xemilî û hêşîn bû. Şaredarî dê bi xebatên daçikandina daran berdewam be.
