Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredar Hatun, li Parka Newrozê lêkolîn kir

Hevserokê Şaredariya Mezin a Amedê Dogan Hatun, amadekariyên li Parka Newrozê li cih lêkolîn kir û derbarê xebatan de agahî wergirt.

Hevserokê Şaredariya Mezin Dogan Hatun li Parka Newrozê ya ku li Taxa Bagcilar a Navçeya Baglarê ye, lêkolîn kir. Hevserok Hatun, rewşa fizîkî, mercên qada ku dê 21ê Adarê pîrozbahiya Newrozê lê bê kirin û amadekariyên dawî yên ku hatine kirin li cih lêkolîn kir û derbarê xebatan de agahî wergirt.

Di dema lêkolînan de Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk û Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahin li gel Hevşaredar Hatun bûn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan