Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Gel dixwaze, Şaredariya Bajarê Mezin çêdike

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li ser daxwazên welatiyan Parka Ben û Sen a navçeya Yenîşehîrê nû dike. Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan li ser daxwazên welatiyan ên di çalakiya ku Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun amade bûn de Parka Ben û Sen a di nava sînorên Taxa Şehîtlîkê ya

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li ser daxwazên welatiyan Parka Ben û Sen a navçeya Yenîşehîrê nû dike.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan li ser daxwazên welatiyan ên di çalakiya ku Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun amade bûn de Parka Ben û Sen a di nava sînorên Taxa Şehîtlîkê ya navçeya Yenîşehîrê de ye nû dike.

Ekîban ji bo ku zarok li hawîrdoreke xweş, ewletir û paqijtir bilîzin û kêfê bikin xebatên xwe didomînin, ekîban pergala avdanê ya Parka Ben û Senê sererast kir.

Di çarçoveya xebatan de xebatên binesaziyê yên ji bo helandina axê, çandina tovê giya û rijandina ava baranê hatin kirin.

Ekîbên ku bi çêkirina peyzaja hişk a li hundirê parkê dîmeneke cuda dan parkê, xebatên sazkirina koma lîstikê didomînin û li qada lîstikê ya zarokan aşûreyên lîstinê didomînin.

Ekîbên ku li ser qada lîstikê û rêya peyayan xebatên kordînê didomînin dê di demeke kin da xebatê biqedînin û parkê bixin xizmeta welatiyan.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan