Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Darên ku diviyabûn bihatana rakirin ji bo Daristana Kent-1 hatin veguheztin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya xebatên binesaziya ava vexwarinê ya DSÎ'yê de, darên ku rakirina wan bûbû mecbûrî, bêyî ku zirarê bide wan rakir û bir Daristana Kent-1ê.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan ji bo Amedek hêşîn û estetîktir, xebatên xwe bê navber didomîne. Tîmên ku ji çandina kulîlkên demsalî heta lênêrîna refûj û parkan gelek xebatan dikin, di heman demê de dema pêwîst be ji bo ku dar zirarê nebînin cihê wan diguherînin.

Dar bi hêdî hêdî ji bo Daristana Kent-1 hatin veguhastin

Di vê çarçoveyê de, li ser Caddeya Şehîd Alî Gaffar Okkan a Taxa Uçkuyular ya navçeya Yenîşehîrê, ji ber xebatên binesaziya ava vexwarinê yên DSÎ'yê, darên ku rakirina wan mecbûrî bûbû, bi makîneya rakirina daran bi baldarî û bêyî ku zirarê bigihîje wan hatin rakirin. Piştre darên hatine rakirin bi heman baldarî ji bo Daristana Kent-1 a Şaredariya Bajarê Mezin hatin veguheztin û çandin. Tîmên ku bi nêrîneke hawirdostî tevdigerin, dê bi heman baldarî xebatên xwe bidomînin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan