Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Perwerde ji xebatkarên Şaredariyê re hat dayîn

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi hevkariya Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) ji bo xebatkarên şaredariyê bernameya perwerdeyê li dar xist. Bernameya perwerdeyê ya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çavkaniyên Mirovî û Perwerdeyê ve bi hevkariya TBByê li Navenda Çandê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Baj

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi hevkariya Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) ji bo xebatkarên şaredariyê bernameya perwerdeyê li dar xist.

Bernameya perwerdeyê ya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çavkaniyên Mirovî û Perwerdeyê ve bi hevkariya TBByê li Navenda Çandê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin hat lidarxistin.

Perwerdeya 2 rojan ji bo karmendên Şaredariya Bajarê Mezin a ku bi gel re di nava têkiliyê de ne, ji aliyê Zanîngeha Ondokuz Mayîs a Fakulteya Zanistên Tenduristiyê ya Beşa Xebatên Civakî ve Prof. Dr. Gulsûm Çamur û ji Zanîngeha Ondokuz Mayîsê ya Fakulteya Zanistên Tenduristiyê ya Beşa Xebatên Civakî û Endama Fakulteyê Dr.Aynur Arslan ve hat dayîn.

Akademîsyenan bi sernavê "Şiyanmendiya Ragihandinê ya Bingehîn, Têkiliyên Gel, Rêbazên Îqnakirinê, Rêvebiriya Pevçûn û Şarezayên Çareserkirina Pirsgirêkan" pêşkêşî kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan