Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Jin derbarê penceşêrê de hişyar dibin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navçeya Kayapinarê ji bo balê bikşîne ser penceşêra memik û devê malzarokê bernameya perwerdeyê li dar xist. Midûrtiya Şaxa Karên Îdareya Tenduristiyê ya Midûriyeta Tenduristiyê bi bernameyên perwerdehiyê yên li taxan tên lidarxistin der barê "Penceşêra pêsîrê" û

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navçeya Kayapinarê ji bo balê bikşîne ser penceşêra memik û devê malzarokê bernameya perwerdeyê li dar xist.

Midûrtiya Şaxa Karên Îdareya Tenduristiyê ya Midûriyeta Tenduristiyê bi bernameyên perwerdehiyê yên li taxan tên lidarxistin der barê "Penceşêra pêsîrê" û "Penceşêra devê malzarokê" de jinan agahdar dike.

Di bernameya perwerdeyê ya ku li taxên Bariş û Mezopotamyayê yên girêdayî Midûriyeta Jinan a Şaredariya Kayapinarê li du yekîneyên cuda hat lidarxistin de bi Kurdî û Tirkî bi dîmenan pêşkêşî hatin kirin. Di bernameya perwerdeyê de jin der barê nîşaneyên, faktorên rîskê, rêbazên teşhîs û tedawiyê yên penceşêra memik û devê malzarokê de hatin agahdarkirin.

Jinên ku beşdarî atolyeyê bûn, şekir, tansiyon û germahiya wan hat pîvandin û li ser daxwaza wan muayeneya pêsîrê hat kirin.

Di çarçoveya bernameyê de li atolyeya zarokan a Şaredariya Kayapinarê, ji aliyê xebatkarên tenduristiyê yên girêdayî Midûriyeta Karên Tenduristiyê ve li atolyeya zarokan a Şaredariya Kayapinarê perwerdeya paqijî û tenduristiya diranan hat dayîn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan