Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hejmara xwendekarên ku piştgiriya perwerdeyê distînin derket 5 hezar û 235an

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, hejmara xwendekarên ku ji projeya piştgiriya perwerdehiyê ya ku îsal ji bo kesên ku îsal cara ewil ketine zanîngehê, ji 3 hezar û 632an derxist 5 hezar û 235an. Di çarçoveya projeya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ve tê meşandin de, ji bo xwendekarên d

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, hejmara xwendekarên ku ji projeya piştgiriya perwerdehiyê ya ku îsal ji bo kesên ku îsal cara ewil ketine zanîngehê, ji 3 hezar û 632an derxist 5 hezar û 235an.

Di çarçoveya projeya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ve tê meşandin de, ji bo xwendekarên di bin 30 salî de ku beriya 13ê Tebaxê li Amedê diman û li zanîngehên dewletê yan jî zanîngehên taybet ji sedî 100 bernameyên bûrsê hatin bicihkirin, desteka perwerdeyê hat dayîn.

Di vê çarçoveyê de bi tevahî 6 hezar û 569 xwendekarên ku dixwestin ji piştgiriya perwerdehiyê sûd werbigirin serlêdan kirin. Piştî ku maweya serîlêdanê bi dawî bû, di nirxandina ewil de 3 hezar û 632 xwendekar, di nirxandina duyemîn de jî hezar û 603 xwendekarî ji desteka perwerdehiyê sûd wergirtin. Bi vî awayî hejmara xwendekarên ku desteka perwerdeyê girtine gihişte 5 hezar û 235an.

Di meha Mijdar û Kanûnê de ji 5 hezar û 235 xwendekaran re 2 mehan carekê 5 hezar TL bi giştî 15 hezar TL dayîna desteka perwerdeyê ya ewil hat dayîn.

Agahdarî bi SMSê hate kirin

Di nirxandina duyemîn de hezar û 603 xwendekarên ku mafê perwerdeyê dîtin bi rêya SMS hatin agahdarkirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan