Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Ji karmendên Şaredariyê re perwerdehiya 'Kontrola Hêrsê û Rêvebirina Stresê' hat dayîn

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo karmendên di nav saziyê de dixebitin bernameya perwerdehiyê ya "Kontrola hêrsê û rêvebirina stresê" li dar xist. Serokatiya Daîreya Çavkaniyên Mirovî û Perwerdehiyê, ji karmendên ku di beşên veguhestin, zabita û têkiliyên gel ên Şaredariya Bajarê Mezin de dixeb

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo karmendên di nav saziyê de dixebitin bernameya perwerdehiyê ya "Kontrola hêrsê û rêvebirina stresê" li dar xist.

Serokatiya Daîreya Çavkaniyên Mirovî û Perwerdehiyê, ji karmendên ku di beşên veguhestin, zabita û têkiliyên gel ên Şaredariya Bajarê Mezin de dixebitin re perwerdehiya "Kontrola Hêrsê û Rêvebirina Stresê" da. Perwerde li Navenda Çandê ya Elî Emîrî, di du danişinan de pêk hat.

Di perwerdehiya ku ji aliyê karmendê Serokatiya Daîreya Çavkaniyên Mirovî û Perwerdehiyê Ozgur Analay ve hat dayîn de; sedemên hêrsê, nîşaneyên wê û rêbazên kontrola hêrsê, û her wiha çavkaniyên stresê, bandorên wê yên erênî û neyênî û teknîkên rêvebirina stresê wek sernav cih girtin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan