Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

TBBê perwerde da endamên meclisa Şaredariyê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi hevkariya Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyê (TBB) ji bo endamên meclîsa şaredariyê bernameya perwerdeyê li dar xist. Bernameya perwerdeyê ya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çavkaniyên Mirovî û Perwerdeyê ve bi hevkariya TBByê li Navenda Çandê ya Alî Emîrî ya Şaredariya

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi hevkariya Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyê (TBB) ji bo endamên meclîsa şaredariyê bernameya perwerdeyê li dar xist.

Bernameya perwerdeyê ya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çavkaniyên Mirovî û Perwerdeyê ve bi hevkariya TBByê li Navenda Çandê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin hat lidarxistin. Perwerdeya ku ji bo endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin hat organîzekirin ji aliyê Midûriyeta Karên Hiqûqî ya TBBê parêzer Yasemîn Sezgîn ve hate dayîn.

Sezgîn der barê Qanûna Şaredariyê ya bi hejmara 5393, Qanûna Şaredariya Bajarê Mezin a Hejmar 5216 û Rêziknameya Xebatê ya Şaredariyê û Xebatên Komisyonan de agahî da.

Hevserokên şaredariya navçeyan jî beşdarî perwerdeya ku bi 2 dewreyan hat dayîn, bûn.

Ji rêveberên yekîneyan re jî dê perwerde bê dayîn

Serokatiya Daîreya Çavkaniyên Mirovî û Perwerdeyê dê di çarçoveya Qanûna Şaredariyê ya bi hejmara 5393 û Qanûna Şaredariya Bajarê Mezin a bi hejmara 5216’an de ji bo endamên meclîsê, ji bo serokên daîreyan û rêveberên şaxan perwerdeyê organîze bike.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan