Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

DBB'ê ji bo karmendên jin perwerdeya 'Pençeşêra Memikan' da

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya Meha Feraseta Penceşêra Memikan de, ji bo karmendên jin perwerdehiya "Feraseta Teşxîsa Zû ya Pençeşêra Memikan" da.

Perwerdehî, ji aliyê Serokatiya Daîreya Çavkaniyên Mirovan û Perwerdehiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve, di çarçoveya Meha Feraseta Penceşêra Memikan de, ji bo karmendên jin ên di nava Şaredariya Bajarê Mezin û Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ) de dixebitin û endamên meclîsa jin hat lidarxistin. Perwerdehiya bi mijara "Feraseta Teşhîsa Zû ya Memikan" ji aliyê Uzm. Dr. Derya Denîz Altintaş ve di Salona Civînên Meclîsa Şaredariyê de hat dayîn.

Di perwerdehiyê de mijarên wekî "Penceşêra Memikan çi ye", "Girîngiya teşhîsa zû", "Faktorên rîskê", "Nîşan, rêbazên teşhîs û dermankirinê" hatin nirxandin. Uzm. Dr. Altintaş, di pêşkêşiya xwe de bal kişand ser wê yekê ku tespîtkirina zû jiyanê xilas dike û girîngiya kontrolên birêkûpêk anî ziman.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan