Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Peyama 1ê Gulanê ya Hevserokan

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn, 1ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê li gel û kedkaran pîroz kir. Hevşaredarên Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn bi wesîleya 1ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê peyamek weşand. Hevserokan diyar kir ku ked û xwerêveberiya

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn, 1ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê li gel û kedkaran pîroz kir.

Hevşaredarên Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn bi wesîleya 1ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê peyamek weşand. Hevserokan diyar kir ku ked û xwerêveberiya gel der barê rêveberiya bajêr de îradeyek nîşan daye û da zanîn ku êdî têkoşîna wekhevî û edaletê dest pê kiriye.

'Em roja kedkar û gelê xwe pîroz dikin'

Peyama Hevserokatiyê ya 1ê Gulanê wiha ye: “Bi modela rêveberiya xwe ya tevlêker, azadîxwaz û demokratîk erka me ye ku em têkoşîna kedkaran ji berê heta niha bimeşînin û bi pêş bixin. Kevneşopiya me ya rêveberiyên xwecihî ya ku ji salên 70î heta îro me li hev kiriye, her tim li kêleka keda civakî cih girtiye û ji niha û pê ve jî wê bidome. Li dijî hemû zextan em ê bi dirûşma 'Em ê xwe û bajarê xwe bi rê ve bibin' parastina ked û vîna xwe bikin.

Em hemû kesên ku ji bo mafên karkeran têdikoşin û li cem ked û kedkaran disekinin silav dikin û 1ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran li gelê xwe pîroz dikin, di serî de hemû dostên xwe yên ku piştgiriyê didin xebatên me û hemû kedkarên li qadên rêveberiyên herêmî.

Bijî 1ê Gulanê!

Biciwîyo 1ê Gulane!”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan