Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Eleqeya bo Pirtûkxaneya Mehmed Uzun pir zêde ye

Pirtûkxaneya Bajêr a Mehmed Uzun ku di bin banê Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de dixebite, pir bala ciwan û zarokan dikşîne. Pirtûkxaneya Bajarê Mehmed Uzun a ku ji sala 2009an û vir ve li Qada Jiyana Hevpar a Sûmerparkê dixebite, 10 hezar û 176 endamê

Pirtûkxaneya Bajêr a Mehmed Uzun ku di bin banê Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de dixebite, pir bala ciwan û zarokan dikşîne.

Pirtûkxaneya Bajarê Mehmed Uzun a ku ji sala 2009an û vir ve li Qada Jiyana Hevpar a Sûmerparkê dixebite, 10 hezar û 176 endamên qeydkirî hene. Rojane 200-250 kes serdana pirtûkxaneya ku bi qasî 22 hezar qeydên pirtûkan lê hene, dikin û ji pirtûk û jîngeha xebatê sûd werdigirin.

Pirtûkxane ji bo xwendekarên ku amadekariya lîse, zanîngeh û KPSSê dikin û îmkana wan a xwendinê li malê tune ye jî xizmetên xwendinê dide. Pirtûkxaneya ku hefteyê her roj saet di navbera 08.00-17.00ê de vekirî ye, înterneta bêpere jî pêşkêş dike.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan