Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarîyê di Foruma Bajarvaniyê ya Cîhanê de projeyên xwe da nasîn

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, beşdarî 12emîn Foruma Bajarvaniyê ya Cîhanê ya ku di navbera 4-8ê Mijdara 2024an de li Qahîreyê hat lidarxistin bû û di çarçoveya Plana Çalakiyê ya Avhewa û Enerjiya Domdar (SECAP) de xebatên xwe parve kir. Seroka Daîreya Guhertina Avhewa û Sifir Bermahî Evîn Dînar û

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, beşdarî 12emîn Foruma Bajarvaniyê ya Cîhanê ya ku di navbera 4-8ê Mijdara 2024an de li Qahîreyê hat lidarxistin bû û di çarçoveya Plana Çalakiyê ya Avhewa û Enerjiya Domdar (SECAP) de xebatên xwe parve kir.

Seroka Daîreya Guhertina Avhewa û Sifir Bermahî Evîn Dînar û Seroka Tîma SECAP a Amedê Newroz Kavak beşdarî 12. Foruma Bajarvaniyê ya Cîhanê (WUF12) a ku îsal li paytexta Misrê Qahîreyê bi sernava "Her tişt ji malê dest pê dike: Ji bo bajarên domdar çalakiyên herêmî û civak" bûn.

Di civînê de hat destnîşankirin ku pirsgirêkên cîhanê bi çareseriyên herêmî çawa dikarin bên çareserkirin, Dînar û Kavak di çarçoveya plansaziya SECAP'ê de ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di qadên kêmkirina gaza karbonê û lihevhatina bi guherîna avhewayê de gavên bên avêtin hatin nirxandin. Şaredarî di demeke kin de dest bi amadekariyê kir û pêşkeftinek serkeftî pêk anî, û Peymana Gerdûnî ya Şaredaran (GCoM) li standa xwe bi beşdarên navneteweyî re parve kir.

Dînar işaret bi girîngiya forumê kir û diyar kir ku ji bo bidestxistina armancên avhewayê yên gerdûnî divê di asta herêmî de çareseriyên bi bandor bên çêkirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan