Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Ji bo xebatkarên Şaredariyê perwerdehiya "Qanûna Îhaleyan" hat dayîn

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo karmendên xwe bernameyeke perwerdehiyê ya li ser "Qanûna Îhaleya Giştî ya bi hejmara 4734" li dar xist.

Serokatiya Daîreya Çavkaniyên Mirovî û Perwerdehiyê, ji bo hemû beşên Şaredariya Bajarê Mezin û karmendên Rêveberiya Av û Kanalizasyona Amedê (DÎSKÎ) bernameyeke perwerdehiyê ya "Qanûna Îhaleya Giştî ya bi hejmara 4734" amade kir.

Perwerdehî li Navenda Çandê ya Elî Emîrî hat lidarxistin û ji aliyê karmenda Serokatiya Daîreya Xizmetên Piştgiriyê Emel Tekeş ve hat dayîn. Di perwerdehiyê de mijarên wek şertnameya teknîkî, mesrefa texmînî, rêbazên îhaleyê, şertnameya îdarî, komîsyona îhaleyê, pêşkêşkirina pêşniyaran, nirxandina pêşniyaran, biryardana îhaleyê û ragihandina encamê, û îmzekirina peymanê hatin nîqaşkirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan