Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredaran li bulvarên Mîr Celadet û Şêx Seîd seh kir

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li navçeya Yenişehirê li ser Bulevara Mîr Celadet a di nava avakirinê de û Bulevara Şêx Seîd a 12 kîlometreyî ya ku dê rêya Farqînê bi rêya Xarpêtê ve girêbide, saxtî kir. Ekîbên girêdayî Serokatiya Rêveberiya Çêkirina Rê, Paras

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li navçeya Yenişehirê li ser Bulevara Mîr Celadet a di nava avakirinê de û Bulevara Şêx Seîd a 12 kîlometreyî ya ku dê rêya Farqînê bi rêya Xarpêtê ve girêbide, saxtî kir.

Ekîbên girêdayî Serokatiya Rêveberiya Çêkirina Rê, Parastin û Koordînasyona Binesaziyê, li navçeya Yenişehirê ji çarriyana 450 Malanê dest pê dike û heta çarriyana Bulvara Sultan Sasa ya li ser rêya Xarpêtê dirêj dibe, xebatên avakirina Bulvara Şêx Seîd a 12 kîlometre dirêj û 50 metre fireh û herwiha Bulvara Mîr Celadet a 2 hezar û 200 metreyî ya ku wek berdewamiya Bulvara Mehabadê ji Taxa Şêxkendê derbas dibe û dê bigihîje Bulvara Şêx Seîd, berdewam dikin.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, xebatên berdewam ên li ser Bulvara Şêx Seîd û Bulvara Mîr Celadet li cih kontrol kirin.

Hevşaredaran projeya avakirina rêyan lêkolîn kirin û derbarê xebatên li ser bulevaran de ji berpirsên yekîneyên têkildar agahî wergirtin û dîtin û ramanên xwe parve kirin.

Di dema lêkolînan de, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Aziz Ozdogan û serokên daireyan bi Hevşaredaran re bûn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan