Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredaran bi Şaredara Rennesê re hevdîtinek kir

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun li ser înternetê bi Seroka Şaredariya Rennesê Nathalie Appéré re hevdîtinek pêk anîn. Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun bi Seroka Şaredariya Rennes a Fransayê Nathalie Appéré û Cîgira Şaredara Rennesê ya Têkiliyên Navnetew

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun li ser înternetê bi Seroka Şaredariya Rennesê Nathalie Appéré re hevdîtinek pêk anîn.

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun bi Seroka Şaredariya Rennes a Fransayê Nathalie Appéré û Cîgira Şaredara Rennesê ya Têkiliyên Navneteweyî Flavie Boukhenoufa re li ser înternetê hevdîtinek pêk anîn. Di hevdîtina ku saetekê dom kir de, ji bo pêşxistina têkiliyên dîrokî û hevkariya dîplomatîk a di navbera Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Rennesê de, biryareke hevpar hate girtin.

Di civînê de ku projeyên ekolojîk ên wek vavartina sergoyan jî hatin nîqaşkirin, daxwazên ji bo pêkanîna projeyên hevpar hatin ziman.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan