Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Mala Rojê pêşwaziya xwendekaran kir

Mala Rojê ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi minasebeta Hefteya Berbiçavkirina Enerjiyê mazûvaniya xwendekaran kir. Midûriyeta Şaxa Rêveberiya Enerjiya Vejen û Vejandinê ya girêdayî Midûriyeta Parastin û Kontrola Jîngehê, ji bo bilindkirina jîngehê xebatên hişyarkirina zarok û ciwanan l

Mala Rojê ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi minasebeta Hefteya Berbiçavkirina Enerjiyê mazûvaniya xwendekaran kir.

Midûriyeta Şaxa Rêveberiya Enerjiya Vejen û Vejandinê ya girêdayî Midûriyeta Parastin û Kontrola Jîngehê, ji bo bilindkirina jîngehê xebatên hişyarkirina zarok û ciwanan li ser enerjî, enerjiya nûjen û bandorên guherîna avhewayê didomîne.

Di çarçoveya Hefteya Berbiçavkirina Enerjiyê de ji bo xwendekarên li dibistanan dixwînin li Mala Rojê ya li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê çalakiyek hat lidarxistin.

Meşa hişyariyê

Di çarçoveya çalakiyê de xwendekarên Dibistana Navîn a Gaziyê ji dibistana xwe heta Mala Rojê meşiyan û pankartên ku balê dikişînin ser enerjiyê hildan û dirûşmên "Enerjiya Kesk, Gerstêrka Şîn" û "Enerjiya Bikêr, Sibe Ewle" berz kirin.

Pişt re mamosteyên Midûriyeta Şaxa Rêveberiya Enerjiya Vejen û Vejandiê li ser mijara "bi bandor bikaranîna enerjiyê, bandora enerjiya dikare bê nûkirin û sotemeniyên fosîl ên li ser guherîna avhewayê" pêşkêşî xwendekaran kirin.

Piştî bersivdayîna pirsên xwendekaran ên der barê enerjiya rojê, sotemeniyên fosîl û bandorên guherîna avhewayê de, li Mala Rojê geriyan û taybetmendî û sepanên wê yên wekî sobeyên rojê û ziwakirina rojê hatin nasîn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan