Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Çand, Huner û Karûbarên Civakî

Rojên Gastronomiyê dest pê kir

Rojên Gastronomiyê ku bi armanca dîtbarîkirina çanda xwarinê ya kokdar û tamên herêmî yên Amedê hatine lidarxistin, bi atolyeya çêkirina tirşiya lakto-fermente ya li Koçka Cemîlpaşa dest pê kir. Di atolyeyan de ku di navbera 19ê Îlonê û 4ê Tîrmehê de li mekanên dîrokî û çandî yên bajêr de bên lidarxistin, ji fermantasyonê heta hevîrtirşê tirş, ji mitbaxa bêbermahî heta şerbetên herêmî dê gelek sernavên cuda bên bidestgirtin.

Rojên Gastronomiyê yên ku ji aliyê Serokatiriya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî ve girêdayî Şaxa Gastronomî û Markakirinê ve tên lidarxistin, dest pê kirin. Atolyeya ewil a çalakiyan, li Koçka Cemîlpaşa li ser çêkirina tirşiya lakto-fermente pêk hat.

Di atölyeye de ku ji aliyê Funda Akincî ve hate birêvebirin, qonaxên amadekirina tirşiya lakto-fermente, rêbazên hatine bikaranîn û xalên sereke yên çêkirina tirşiyê ji beşdaran re hatin vegotin.

Bîranîna mitbaxa bajêr dê bibe mijara atolyeyan

Di çarçoveya Rojên Gastronomiyê de ku dê heta 4ê Tîrmehê bidome, li mekanên dîrokî û çandî yên cuda yên Amedê dê atolyeyên cûrbicûr bên lidarxistin. Di çalakiyan de, rêbazên kevneşopî yên amadekirin û parastinê ku çanda xwarinê ya bajêr pêk tînin jî dê bên gotûbêjkirin.

Di çarçoveya bernameyê de dê xebat di bin sernavên fermantasyon, hevîrtirş, mitbaxa bêbermahî û şerbetên herêmî de bên meşandin.

Berhemên herêmî û şêwazên hilberîna kevneşopî dê werin dîtbarîkirin

Armanca çalakiyan ew e ku hilberên herêmî û şêwazên hilberîna kevneşopî yên ku di bîra mitbaxa Amedê de xwedî cihekî girîng in, werin dîtbarîkirin. Bi rêya Rojên Gastronomiyê re tê armanckirin ku çanda xwarinê ya bajêr were qeydkirin, jiyandin û ji nifşên pêşerojê re bê veguhestin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan