Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredar Bucak beşdarî merasîma cenazeyê Rojîn Kabaiş bû

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî merasîma cenazeyê xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaiş a ku 18 roj piştî windabûna wê cenazeyê wê hat dîtin bû û darbest hilda ser milê xwe. Ji bo xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaiş a ku 18 roj piştî windabûna wê li Wanê duh li qeraxa Go

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî merasîma cenazeyê xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaiş a ku 18 roj piştî windabûna wê cenazeyê wê hat dîtin bû û darbest hilda ser milê xwe.

Ji bo xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaiş a ku 18 roj piştî windabûna wê li Wanê duh li qeraxa Gola Wanê hate dîtin, li Goristana Yenîkoya Amedê merasîmeke cenaze hate lidarxistin. Di merasîma cenaze de Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, parlamenterên Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM), hevşaredarên navçeyan, Alîkara Sekretera Giştî ya Şaredariya Bajarê Mezin Zerîn Turk, serokên daîreyan, endamên meclîsê, nûnerên saziyan û malbata Kabaiş amade bûn.

Piştî nimêja cenazeyî, cenazeyê Kabaiş bi wesayîtê anîn goristanê. Hevşaredar Bucak û jinan darbest ji wesayîtê derxist û bire goristanê. Cenazeyê Rojîn Kabaişê li Goristana Yenîkoyê hat definkirin.

Hevşaredar Bucak piştî merasîmê sersaxî ji malbata Kabaiş re xwest.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan