Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li Mermerê şahiya werzîşê ya zarokan birêve çû

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Sûrê, li taxa Mermerê Şahiya Werzîşê ya Zarokan li dar xistin. Di mîhrîcanê de dîmenên rengîn derketin holê.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi rêya Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanî û Werzîşê û Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, li gel Şaredariya Sûrê bi hevparî li Mermerê, ku taxeke girêdayî Sûrê ye, ev mîhrîcan organîze kirin. Hevserokê Şaredariya Sûrê Adnan Orhan û endamên meclîsê beşdarî vê mîhrîcanê bûn. Orhan, di dema mîhrîcanê de bi zarokan re lîst û demên xweş derbas kir. Orhanî her wiha daxwazên welatiyên li taxê jî guhdarî kirin û kêmasî û pêdiviyên wan tomar kirin.

Di mîhrîcanê de zarokan bi dilê xwe lîstikên werzîşê, boyaxkirina rûyan, lîstikên kolanan yên kevneşopî û li parkûrên kêfê yên taybet ku hatibûn avakirin, kêfa xwe kirin. Di çalakiyê de ku bû cihê dîmenên rengîn, bextewariya zarokan li ser rûyên wan diyar bû û malbat jî ji çalakiyê razî bûn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan