Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şahiya werzîşê ya zarokan li taxa Beykanê hat lidarxistin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Kayapinarê li Taxa Beykanê "Şahiya Werzîşê ya Zarokan" li dar xist.

Çalakiyên Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanî û Werzîşê yên ji bo zarokên li taxên gundewarî dijîn didomin. Di vê çarçoveyê de li Taxa Beykana ser bi navçeya Kayapinarê "Şahiya Werzîşê ya Zarokan" hat organîzekirin.

Zarokên taxê beşdarî şahiyê bûn ku bi hevkariya Şaredariya Kayapinarê hatibû lidarxistin. Di çalakiyê de ku bi pêşwazîkirina zarokan dest pê kir, perwerdekaran bername da nasîn û zarok arasteyî qadên lîstikê kirin.

Di çalakiyê de ku zarokan eleqeyeke mezin nîşanî wê dan, trampolîn, futbol, dîwarê hilkişînê, mala kivarkan, basketbol, pêşbaziyên kêfî û çalakiyên werzîşê hatin kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan