Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Hevşaredar

Şandeya Meclisa Federal a Almanyayê û Partiya Keskan serdana Şaredariyê kir

Şandeya ku ji parlamenterên Meclisa Federal a Almanyayê û nûnerên Partiya Keskan pêk dihat, serdana Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê kir. Di hevdîtinê de xebatên Şaredariya Bajarê Mezin, geşedanên rojane yên li bajar, rêveberiyên herêmî, demokrasî û peywendiyên dualî hatin nirxandin.

Şandeya Meclisa Federal a Almanyayê û Partiya Keskan, ji bo ku hindek têkiliyan deynin hat Amedê. Di şandeyê de Parlamenterên Parlamena Federal a Partiya Keskan Claudia Roth û Max Lucks, Hevberdevka Ciwanên Kesk Henriette Held û Peyvdara Sereke ya Balyozxaneya Almanyayê Nicole Gonsior cih girtin.

Serdana yekem ji bo Meclisa Dayikên Aştiyê hat kirin

Cihê yekem ê ku şandeyê li Amedê ziyaret kir Meclisa Dayikên Aştiyê bû. Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevberdevkên Meclisa Şaredariyê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin û Dayikên Aştiyê pêşewaziya şandeyê kirin.

Di hevdîtinê de endamên şandeyê ligel Dayikên Aştiyê hatin cem hev û derbarê xebatên ku têne kirin û geşedanên rojane de agahdarî girtin.

Xebatên Şaredariya Bajarê Mezin hatin gotûbêjkirin

Şandeyê, piştî serdana Meclisa Dayikên Aştiyê derbasî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû. Şande; ji aliyê Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, Hevberdevkên Meclisê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin û Alîkara Sekreterê Giştî Zerin Turk ve hat pêşewazîkirin. Di vê hevdîtinê de, xebatên ku şaredarî li seranserê bajar birêve dibe hatin destgirtin.

Di hevdîtinê de her wiha li ser geşedanên rojane yên li Amedê, têgihiştina rêveberiya herêmî ya demokratîk, rola rêveberiyên herêmî ya di jiyana civakî de û geşekirina peywendiyên dualî nirxandin hatin kirin.

Tahir Elçî li Minareya Çarling hat bibîranîn

Piştî hevdîtina li Şaredariya Bajarê Mezin, Hevşaredar Bucak û endamên şandeyê ku bi meşê derbasî qezaya Sûrê bûn, esnafên li ser rêyê ziyaret kirin û bi welatiyan re axivîn. Piştre şandeya ku serdana Minareya Çarling kir, li cihê ku Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî hatibû kuştin bîranînek pêk anî. Serokê Baroya Amedê Abdulkadir Guleç û Parlamentera Stenbolê ya Yeni Partiyê Turkan Elçî jî beşdarî vê bîranînê bûn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan