Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şanoya Bajêr a Şaredariyê (DBŞT) dîsa derdikeve pêş şanohezan

Şanoya Bajêr a Diyarbekirê ya di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin de dixebite, bi boneya pandemiyê navber dabû xebatên xwe, bi lîstokên “Lotus” û “Mêrî Sed Mêran” derdikeve pêşberî şanohezan.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Civakî û Çandî ya Şaredariya Bajarê Mezin, ji ber pandemiyê navbera dabû xebatên şanoyê, niha Şanoya Bajêr a Diyarbekirê bi 2 lîstokan dîsa perdeyên xwe ji şanohezan re vedike. Lîstek 1 ji bo zarokan 1 ji bo mezinan e. Lîstika “Lotus” 6ê mehê roja înê saet 19:30 dê li Salona Şanoyan a Navenda Çand û Kongreyan bête pêşandan. Her roja înê, hema saetê ev lîstik dê derkeve pêş şanohezan. Ji ber koronayê ji 100 bîneran zêdetir bîner bo temaşekirina şanoyê nayêne wergirtin.

Lîstika “Mêrê Sed Mêran Kî ye” jî ji bo zarokan e

Ev lîstik jî 8ê mehê roja yekşemê saet 13:00ê tê pêşandan û şano dê li Salona Konferansan a Navenda Çandê û Kongreyan a Diyarbekirê bête leyîstin. Ji bo temaşekirinê 250 zarok dê bêne wergirtin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan