Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî bi hawara astengdaran radibe

Şaredariya Bajarê Mezin, xwe gihand hawara welatiyekî astengdarê zihnî ku li navçeya Yenîşehrê bi awayekî bêçare di xaniyekî terikandî de dijiya.

Serokatiya Daîreya Zabiteyan, li ser giliyê welatiyekî ket dewrê û Ruaf Taşkiran ê bê mal û bêkes, ku li Taxa Kooperatîfan di kuçeya 2 de di xaniyekî kavil û terikandî de dijîya, ji tengasiyê xilas kir û lê xwedî derket.

Ji bo rewşa tenduristiya Taşkiran bê venêrtin ekîbên şaredariyê gazî Navenda Hawarê ya 112 kir û ji bo tespîtkirina nasnameyê jî gazî xeta Hawara Polîsan 155 kirin, pê re xwarina germ dan Taşkiran.

Ekîbên Hawara Tenduristiyê Taşkirin ji bo nexweşxaneya dewletê sewq kir û di encama lêkolînên vir de aşkere bû ku Taşkiran ji aliyê zihnî ve kêmaqil û astengdar e.

Piştî çavdêriyên li nexweşxaneyê ekîbên zabiteyan dê Taşkiran rasdestî Gerînendetiya Polîtîkayên Sosyal û Malbatî ya Diyarbekirê bikin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan