Şaredarî bi kursên xwe berdewam e
Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta li bajêr derfetên debar û jîyarê geş bibe û di warên cihê cihê de xebatkarên jêhatî peyda bibin, ji bo xizan û kesanên kêmderfet kursên pîşekariyê li dar dixe. Di van kursan de, kursiyer fêrî pîşeyên cur bi cur dibin.
Şaredariya Bajarê Mezin di çarçoveya DÎSMEKê de, bi mebesta pîşeyênm ber tunebûnê ji nû ve vejîne bi serperiştiya ÎŞKURê de kursa hewrişimvaniyê vekir û di kursê de hûrgiliyên vê pîşeya hewrişimvaniyê nîşanî kursiyeran didin.
Kurs, li nava hefteyê her roj, 6 saetan di fêrgehên li Sumerparkê tên meşandin. Rojane berdêla kursê 35 TL didin beşdaran û 12 kes beşdarî vê kursê dibin. GSSya kursîyeran maweyê kursê tê razandin û di encama kursê de dê sertifikaya MEBê ji kursiyeran re bê dayîn.
