Şaredarî bi sehbêriya Covid-19 berdewam e
Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya tevdîrên beramberî Vîrusa Korona (Covîd-19) de li seranserê bajêr di kargehên firotin, belavkirin û hilberandina madeyên xwarinê de saxtiyan dike.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristî ya Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo tevdîrên boneya vîrusê seh bike û tenduristiya şêniyan biparêze, xebatên xwe bêrawestan dimeşîne. Ekîbên Şaredariyê li dukanên ku madeyên xwarinê dikirin, difiroşin, hildiberînin û depo dikin seh dike û dinêre ka çiqasî pabendiyê bi tevdîrên boneyi koronayê dikin. Li gorî rêziknameya wezaretê 3 madeyên pabendiyê hene; maske, paqijî û navbera fîzîkî.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ew kargehên paxavê bi tevdîran nekin tên hişyarkirin.
