Şaredarî dê bi xizmetên veguhastinê berdewam be
Kabîneya Serokomariyê ji bo rê li berbelavbûna Covîd-19’ê bigire biryara qedexebûna derketina kuçeyan wergirt, Şaredariya Bajarê Mezin jî, ji bo di vê dema qedexeyê de xebatkarên tenduristiyê û aliyên derî qedexeyê mexdûr nebin, dê xizmetguzariya hatûçûnê ya veguhastinê bê kêmasî bidomîne.
Kabîneya Serokomariyê duh der barê koronayê de kom bû û hin biryarên tevdîran wergirtin, Şaredariya Bajarê Mezin jî der barê biryaran de tevdîrên xwe girtin û biryar da ku di dema qedexeya derketina kuçeyan de xizmetên veguhastinê berdewam bike. Li gorî biryara Serokomariyê, ji saet 21:00’ê êvariya înê heta 05:00’ê spêdeya roja duşemê derketina kuçeyan qedexe ye. Helbet hinek beşên pîşeyan li ber vê qedexeyê nakevin wek xebatkarên tenduristiyê û hwd. Lewra Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ev kedkar mexdûr nebin dê li navenda bajêr û navçeyan ji cih rêgehan bi 82 wesayitan xizmeta xwe ya veguhastinê dewam bike. Her weha li navçeyan jî bi 14 wesayitan heta saet 20:30-01:30 dê erebeyên şaredariyê xizmetê bikin.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo welatî mexdûr nebin ligel otobûsan dê bi otobûsên taybet, mînîbûs û taksiyan jî xizmetê bidoımîne.
