Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî destekê dide ezmûnên hunerên ciwan

Şaredariya Bajarê Mezin, ciwanên ku dixwazin beşa hunerên ciwan a lîse û zanîngehê bixwînin, bi awayekî bêpere ji bo ezmûnan amade dike.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Civakî û Çandî bi dirûşma “Ev Kurs Dê Li We Were” ji bo Ezmûnên Hunerên Ciwan û Konservatuaran ji bo ciwanan kursên amadekariyê vedike.

Perwerdekarên Konservatuara Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin dê perwerdeya kursan pêk bînin û kurs dê li Navenda Çand û Kongreyan bêne lidarxistin.

Serlêdana bo kursan 26’ê adarê bi dawî dibe û bi tevayî 200 xwende dikarin ji vê kursê sûdê werbigirin. Beşdarên di bin 18 saliyê de ji bo bikaribin qeyda xwe çêkin divê destûrnameyê wan ji aliyê malbatên wan ve bêt îmzekirin.

Kesên dil heye beşdarî kursê bibin dikarin qeyda xwe li ser malpera, https://form.jotform.com/210732572656962 çêkin.

Piştî prosesa qeydkirinê biqede, Serokatiya Daîreya Karûbarên Civakî û Çandî dê bi rêya SMS’ê beşdaran agahdar bike.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan