Şaredarî firavînekê dide astengdaran
Şaredariya Bajarê Mezin îsal ji bo astengdaran gelek aktîvîte li dar xistin, ji bo astengdaran firavînek amade kir û astengdar tê de anîn cem hev.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya 3ê Berfanbarê Roja Astengdaran a Cîhanê, ji bo astengdaran bernameyeke xwarinê ya firavînê li dar xist. Bername, ji aliyê Midûrtiya Şaxa Astengdaran a bi ser Serokatîya Daîreya Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin ve li xwaringeheka li Peyasê hate lidarxistin.
Di bernameyê de Qeymaqamê Baglarê û Cîgirê Walî Nîhat Karabîber, Miftiyê Bajêr Yavuz Selim Karabayir, nûnerên saziyên civaka sîvîl, komeleyên astengdaran, astengdar û malbatên wan amade bûn. Di bernameyê de axaftin hatin kirin û hate tekezkirin ku Şaredarî dê bi xizmeta bo astengdaran berdewam be.
