Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî hawirdora Mizgefta Qurşinî şên dike

Şaredariya Bajarê Mezin, lez da xebatên şên û hêşînkirina derdorên Mizgefta Qurşinî kut ê çaverêkirin meha Remezanê bernameyên dînî lê bêne kirin. Ev mizgeft li navçeya Sûrê ye.

Serokatiya Daîreya Park Baxçe û Şîngehan, di çarçoveya xebatên peyzajê de 62 darên ji cur û celebên cüda û 201 binên deviyan li vê derê çandin û zemîna wê qadek 15 donim çîmê rulo lê çand.

Berî xebatên peyzajê Serrokatiya Daîreya Park Baxçe û Şîngehan xebatên binesaziyê li vê derê meşandin û pişt re li hawirdora Mizgefta Qurşinî dar û ber hatin çandin, hawirdora wê bi mêrg û çîman hate xemilandin.

Ji Dergehê Serayê heta Mizgefta Qurşinî li ser wê rêgehê, ji bo zarokan yarîgeh hatin sazkirin û ji bo şêniyên bajêr lê rûnin û vehesin jî kursîkên rûniştinê hatin bicihkirin.

- Walî Munîr Karaloglu, serdana deverê kir

Walî Munîr Karaloglu, serdana xebatên peyzajê yên li hawirdorên Mizgefta Qurşinî kir û der barê xebatan de agahî wergirtin. Tê payîn ku mizgeft bo bernameyên meha rojî remezanê amade bibe.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo geşkirina dîmena bajêr û ji bo avadenkirina wî, dê xebatên xwe yên li refûj, bulvar, park û seyrangehan berdewam be.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan