Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî her meh erzaqî dide 5 hezar malbatan

Şaredariya Bajarê Mezin, li 17 navçeyan ji bo 5 hezar malbatên destteng her meh yarmetiya erzaqî dike û ev yarmetî dewam dike.

Bi talîmata Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, li 17 navçeyan ji bo 5 hezar malbatên xizan alîkariya erzaqî da destpêkirin û ve çar meh e alîkarî dewam dike. Kolîyên alîkariyê ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ve ji Koferatîfên Kredî Çandinî ya Tirkiyeyê ve bi dest xistine, didin malbatên xizan ên ji aliyê Weqfa Hevgirtin û Alîkariya Civakî ve hatine tespîtkirin. Her meh bi awayekî rêkûpêk erzaqî li van malbatan belav dikin.

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin koliyên erzaqî yên 23 kîlo heta nha gihandiye 42 hezar kesî û di nav koliyan de fasûlî, ard, meqerna, nîsk, nok, savar, birinc, rûn, şekir û selçe heye. Alîkariya erzaqî her meh dê dewam bike û salane bi giştî 60 hezar kolî bên belavkirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan