Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî kuçe û kolanan ji berfê dimale

Şaredariya Bajarê Mezin, bi barîna berfê re dest bi maliştina rê û rêbar, peyarêk û bulvarên bajêr kir û cade û kuçe ji tilên berfê paqij kirin.

Nîva şevê barîna berfê dest pê kir û ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin jî demildest zend û bendên xwe badan û ji bo şêniyên bajêr çi kêmasiyan nebînin, dest bi maliştina tilên berfê kir. Şaredariya Bajarê Mezin, heta destê sibê befir malî û bi spêdê re dest pê kir peyarêk û bihorkên peyayan ên zêde hatûçûna mirovan li ser heye, maliştin.

Ekîbên bi ser Midûrtiya Şaxa Paqijiyê a Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê, tevahiya rojê di amadebaşiyê de ne û dê bi xebatên maliştina rêyan navçe û gundan jî berdewam be.

Ligel vê ekîbên bi ser Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan a Şaredariya Bajarê Mezin jî, zend û bend badan û ji bo darên li refûj û parkan çi ziyanê nebînin xebat meşandin û berfa ser daran daweşand. Her weha ekîb, heta ku barîna berfê bidome dê di amadebaşiyê de bin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan