Şaredarî kursa çêkirina zembîlan vedike
DÎSMEKa bi ser Şaredariya Bajarê Mezin bi mebesta pîşeyên ber windabûnê ji nû ve bivejîne di bin banê ÎŞKURê de ji bo welatiyên desteng û astengdar kursa çêkirina zembîlan da destpêkirin.
Serokatîya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin bi mebesta gihandina xebatkarên bikêr û peydakirina delîveyên karguzariyê di çarçoveya DÎSMEKê de li bin banê ÎŞKURê de kursên pîşeyên ber windabûnê vedike.
Kurs, nava hefteyê pênc rojan li Navenda Jiyana Çalak a li Parkormaniyê bi beşdariya 5 kesên astengdar û 7 kesên destteng ku muptelayê tîryakê ne û hê jî tên dermankirin, tên kirin. Kurs dê berfanbara 2019ê bi encam bibin û di encamê de beşdar dê sertîfîkayê wergirin. Sertîfîka bi mohra MEBê ne.
