Şaredarî kursa muzîkê dide astengdaran
Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya xebatên hunerî de ji bo astengdaran kursa muzîkê vekir û tê de dersa saz û dengî dide, di encama kursê de dê Koroya Muzîkê ya Gel a Astengdaran bê damezirandin.
Serokatîya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta welatiyên astengdar çêtir bikevin nav jiyana civakî, di çarçoveya xebatên hunerî de ji bo astengdaran kursa muzîkê vekir. Kurs her roj nava hefteyê saet di navbera 11:00 û 16:00ê de li Sumerparkê ji aliyê 3 pisporên bi ser Navenda Perwerdeya Gel ve tên dayîn.
Perwerdeya saz û dengî
Di perwerdeya kursê de xwendekarên astengdar fêrî lêxistina saz û tembûrê dibin. Her weha beşek perwerdeyê jî li ser nota û stranbêjiyê ye.
Di encama kursan de dê Koroya Muzîka Gel a Astengdaran bête damezirandin. Astengdarên ji wir perwerde dibin jî dê stranên xwe di bername û şahiyan de pêşkêş bikin.
