Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî kursa xwendin nivîsandinê dide astengdarên dîtinê

Şaredariya Bajarê Mezin, di warê pîşeyî, civakî û çandî de ji bo grûbên cuda cuda xebatan dimeşîne, ji bo astengdarên dîtinê jî bi maweyê 3,5 mehan kursa xwendin û nivîsandinê ya bi elfabeya braille da destpêkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, di bin banê Serokatîya Daîreya Karûbarên Civakî de di warê pîşeyî, civakî û çandî de ji bo grûbên cuda cuda xebatan dimeşîne, ji bo astengdarên dîtinê jî, li Sumerparkê bi maweyê 3,5 mehan kursa xwendin û nivîsandinê ya bi elfabeya braille da destpêkirin.

Kurs dê ji aliyê perwerdekarên Navenda Perwerdeya Gel a bi ser Wezareta Perwerdeya Milî ve bê dayîn û kurs dê 145 saetan bidome û hefteyê 10 saetan dê dersa wan hebe.

Di kursê de kursiyer dê destpêkê fêrî elfabeya braille bibin, pê re kurteyên yek kîteyî, kurteyên cot û perçeyên peyvan û kurteyan bibin. Her weha her perwerdeyê de di nav pergala şeş xalbendî de, dê fêrî 29 herfan û 240 kurteyan bibin.

Her weha di kursê de ji bo astengdaran dersa matematîkê jî heye. Pê re di dawiyê de kursiyer dê sertîfîkayê werbigirin û ji bo astengdaran xizmeta kompûtergeriyê jî dê lidarxistin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan