Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî kursê dide xwendekarên LGSê

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xwendekarên malbatên wan xizan û desteng kursa Pergala Têketina Lîseyan (LGS) bêpere pêk tîne û 546 xwendekar ji vê kursê sûdê werdigirin.

Midûrtiya Şaxa Zarokan a bi ser Serokatîya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xwendekarên sinifa 6,7 û 8ê kursa LGSê ya bêpere vekir. Bi giştî 546 xwendekar beşdarî vê kursê dibin, 322 ji wan xwendekarên keç, 222 ji wan xwendekarên kur in. Kurs li Sumerparkê têne dayîn. Zarokên malbatên wan xizan ji van kursan sûdê werdigirin û kurs nava hefteyê û dawiya hefteyê ne. Di kursan de dersên Matematîk, Turkçe, Îngilîzî û Zanista Fenê têne fêrkirin.

Qeydên bo kursan didomin

Kurs heta tarîxa ezmûna LGSê dê berdewam bin û xwendekar ji bo qeydê dikarin ligel welîyê xwe bêne Sumerparkê û qeyda xwendekara xwe çêkin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan