Şaredarî kursên bi behreyên taybet vedike
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ciwanên dixwazin bikevin dibistanên rahênana laşî, dibistanên eskerî û polîsan kursên taybet ên bêpere vedike.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Spor û Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin, kursên taybet ji bo ciwanan vedike. Bi van kursan kesên dixwazin beşdarî dibistanê eskerî, PMYO, POMEM, dibistana bekçîtiyê, BESYO û Lîseyên Sporê bibin kursên taybet dide. Ev kursên bi mebesta behreyên taybet ên ciwanan bête kevşkirin, bi awayekî bêpere têne dayîn.
Di van kursan de pisporên vî karî dê rahênanê bikin û kurs 21’ê kanûnê dest pê dikin û nava hefteyê her roj saet 16.00ê dest pê dikin. Kursên bêpere bi du qonaxan tên dayîn, yeka ewil etaba amadekariyê ya duyan etaba parkur û amabûna ezmûnan. Kurs li Kompleksa Sporê ya Talaytepê têne dayîn.
Ji bo serlêdanê https://www.diyarbakir.bel.tr li beşa “serlêdanê” dikarin qeydan bikin. Ji bo agahiyan dikarin li ozelyetenekkurslari@diyarbakir.bel.tr bigerin û bi telefona 0412 223 4880 – 4405 têkilî deynin.
