Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî li Gêlê şorbenîska germ belav dike

Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeya Gêlê ku di warê turîzma baweriyê de xwedan cihekî giring e, ji bo welatiyên tên serdana gorên pêxemberan îkrama şorbenîskê bêpere dike.

Serokatîya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeya Gêlê ku di warê turîzma baweriyê de xwedan cihekî giring e, ji bo welatiyên tên serdana gorên pêxemberan îkrama şorbenîskê bêpere dike. Bi taybetî dawiya hefteyê welatî gelek diçin serdana Parka Suriştî ya Pêxemberan a Gêlê û Tirbeya Hz. Elyasa û Hz. Zulkuf Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo têra 500 kesî şorbenîskê îkram dike, îkram bêpere ye û demeke kin diqede. Ji ber vê xizmetê welatiyan spasiya rayedarên şaredariya bajarê mezin kir.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî nava hefteyê û roja yekşemê dema nivêja sibê li Mizgefta Mezin şorbenîskê belav dike, ew ê li Gêlê her dawiya hefteyê vê xizmetê berdewam bike.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan