Şaredarî li navçeyan xebatên binesaziyê geş dike
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo binesaziyeke bi qelîte û cîbicîkirina avê ya bi rêkûpêk di sala 2021’ê de li navenda bajêr û gundên hawirdorê gelek proje bi pêş xistin.
Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), bi projeyên xwe yên ji bo navçe û gundan pirsgirêka avê û kanalîzasyonan a gelek warnişînan çareser dike.
Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê îsal di çarçoveya “Projeya Dezgehên Avê ya Pasûr, Farqîn, Hezro, Bismil û Çinarê” de 60 kîlometir borî cîbicî kirin.
DÎSKÎ, ji bo çareserkirina pirsgirêka avê li gundan bîrên sondajê vedan û qasî 7 hezar û 500 metre karê sondajê bi encam kir.
Ekîbên DÎSKÎyê li Baglar, Yenîşehir, Peyas û Sûrê, li Erqenî, Çermûg, Çungûş û Pîranê jî 47 kîlometir borî dabîn kirin û 15 depoyên avê çêkirin.
Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê dê xebatên xweyên ji bo pirsgirêka avê û kanalîzasyonê bidomîne.
